Şaredariya Qamişloyê: Em ê pirsgirêka çopê ya taxa Cûdî heta dawiya mehê çareser bikin

Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Qamişloyê diyar kir ku ew ê di dawiya meha Tîrmehê de pirsgirêka çopê li taxa Cûdî çareser bikin û ew niha amadekariya cihekî nû dikin. 

Şaredariya Qamişloyê: Em ê pirsgirêka çopê ya taxa Cûdî heta dawiya mehê çareser bikin
16 tîrmeh, 2026   05:25
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Şaredariya Gel a Qamişloyê çop kom dikir û dibir cihekî li taxa Cûdî vala dikir. Şêniyên taxa Cûdî gelek caran serdana şaredariyê kiribû û pirsgirêka xwe anîbû ser ziman. Bi rêya ajansa me jî pirsgirêka çopê xistin rojevê û got piştî ku şaredarî çopê diavêjê taxa wan, bêhna gemarê derdikeve û bi wan re pirsgirêkên tenduristiyê çêbûne.

Rêveberê Beşa Paqijiyê yê Şaredariya Qamişloyê Serdar Hisên ji ajansa me re axivî û got: “Cihê li taxa Cûdî ne ji bo ku em çopê li wê derê kom bikin. Rojane me çop dibir derveyî Qamişloyê, li Holê û Sefiyayê diavêt. Lê piştî destpêka salê û şerê qewimî, êdî erebeyên şaredariyê nema dikarî çopê bibin Holê û Sefyayê. Me tenê ji bo demekê çop li taxa Cûdî vala dikir.”

Hisên diyar kir ku di demsala havînê de gelekî pirsgirêk derdikevin, ji ber germahiyê bêhn zêde belav dibe û agir bi çopê dikeve.

Her wiha Hisên anî ziman ku wan alav û komên şopîner amade kirine da ku zû bikarin destwerdanê bikin û agirê bi çopê dikeve vemirînin.

Di dawiyê de Hisên got şaredarî niha cihekî nû ji bo çopê amade dike û dibe ku dawiya vê mehê projeya wan bi dawî bibe, êdî nema çopê bibin taxa Cûdî û wê derê ji çopê paqij bikin.

(np)

ANHA