Kaytan û Altûn hatin bibîranîn

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji bo pêşengên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
16 gulan, 2025   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji bo pêşengên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi beşdariya bi hezaran kesî bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Di bîranînê de ku li baxçeyê avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê hate lidarxistin de pankarta “Wasiyeta kesên ku îradeya ronahiyê ne, pêş ve çûn her tim pêş ve çûn” û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Riza Altun û Alî Haydar Kaytan hatin daliqandin.

Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û di rêzgirtinê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin û piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Ji navçeyên Wanê û bajarên derdorê gelek kes tev li bîranînê bûn.

‘WAN CANÊ XWE FEDA KIRIN’

Endamê “Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk” Mehmet Şîrîn Tûnç ku 1'ê Cotmeha 1999'an di çarçoveya banga Rêber Abdullah Ocalan de ya ji bo “Piştgirî û gavên baş ên ji bo Komara Demokratîk” a 22'ê Îlona 1999'an de hatibû kirin, hat Tirkiyeyê. Mehmet Şîrîn Tunç, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anî û got: “Wan ji bo xaka pîroz canê xwe feda kirin. Ji bo ku ev gel û ev xak azad bibin, canê xwe dan. Li van axan kurdî qedexe bû. Lê Birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî gotin ku ‘Kurdistan mêtingeh e’ û ji wê rojê heta niha bi birêz Ocalan re çi ji destê wan hat kirin. Li Kurdistanê bêdengiyek mezin hebû, lê bi derketina Birêz Ocalan ji 7 salî heta 70 salî ji bo mafên xwe meşiyan û tu caran serê xwe netewandin.”

‘AŞTİYA HERÎ MEZİN Dİ NAVA KURDAN DE YE’

Mehmet Şîrîn Tûnç anî ziman ku di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de divê em yekitiya xwe pêk bînin. Em deyndarê şehîdên xwe ne û divê hewl bidin ku bibin layiqî wan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de ji bo gelê xwe li ber xwe dide. Heke ev şer 100 sal bidome jî, em ê daxwazên aştî û demokrasiyê pêk bînin. Em, li gor ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ tevbigerin, em ê hêza Kurdan nîşanî hemû cîhanê bidin. Aştiya herî mezin di nava Kurdan de ye, dema ku em Rêberê Gelê Kurd ji wê girtîgehê azad bikin û bi milyonan wî pêşwazî bikin, wê ev gel bigihîje daxwaza xwe.”

Piştî axaftinê helbestên Kaytan bi dengê wî hatin guhdarkirin. Piştre nivîsa Rêber Abdullah Ocalan a der barê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de hate xwendin û sînevîzyon hat nîşandan.