Di teqîna Idlibê de hejmara kuştiyan û birîndaran gihişt 26 kesan

Li gorî bîlançoya bêdawî, ji ber teqîna li Idlibê 14 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûne, di heman demê de zirarên mezin çêbûne û windayî hene.

Di teqîna Idlibê de hejmara kuştiyan û birîndaran gihişt 26 kesan
9 îlon, 2026   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bîlançoya bêdawî, li ser rêya Sermeda ya gundewarê bakurê Idlibê li nêzî kampa Kemona depoyeke demkî ya cebilxaneyê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê teqiya, di encamê de 14 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn û windayî hene.

Piştî teqînê dengên teqînên din li pey hev hatine bihîstin û zirarên mezin li herêma derdorê bûn.

(f)