Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Salih El Elî oxir kir û soza bilindkirina alaya şehîdan da.

Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
30 cotmeh, 2023   15:40
HESEKÊ

Cenazeyê şehîd Elî Salih El Elî ji aliyê şêniyên navçeya Şedadê û endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li pakrewangeha li navçeyê hat oxirkirin.

Elî Salih El Elî duh dema ku erka xwe pê dianî ji aliyê şaneyan ve hatibû hedefgirtin û şehîd bibû.

Merasîmê bi rêzgirtinê û torana leşkerî dest pê kir. Piştre endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şedadê Nacî Şeîr axivî. Nacî Şeîr sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Şehîd Elî erka xwe bi temamî pêk anî. Ew beşdarî operasyonên rizgarkirinê û operasyonên tunekirina terorê bû.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ebdulmecîd Etiye jî axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan. Etiye soza da ku ew ê alaya şehîdan bilind bikin û têkoşîna wan a ji bo pêkanîna aramî û edaletê bidomînin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.

(c)

ANHA