Di Tebaxê de 25 êrişên DAIŞ’ê, 7 operasyonên bersivdayînê

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di meha Tebaxê de 25 êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Di encama van êrişan de jinek û rûspiyek di nav de 13 sivîl û şervan şehîd bûn û 11 şervan birîndar bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî êrişan 7 oprasyon li dar xistin. Di van operasyonan de 3 çete hatin kuştin, serçeteyek di nav de 74 çeteyên din jî hatin girtin.

Di Tebaxê de 25 êrişên DAIŞ’ê, 7 operasyonên bersivdayînê
Di Tebaxê de 25 êrişên DAIŞ’ê, 7 operasyonên bersivdayînê
Di Tebaxê de 25 êrişên DAIŞ’ê, 7 operasyonên bersivdayînê
Di Tebaxê de 25 êrişên DAIŞ’ê, 7 operasyonên bersivdayînê
6 îlon, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Tebaxa de şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, bi taybetî li gundewarê kantona Dêrazorê êrişên xwe domandin. Di van êrişan de nuqteyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîl hatin hedefkirin.

Êrişên di Tebaxê de hatine kirin wiha ne;

1’ê Tebaxê, benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Hewayîc Zîban a li gundewarê rojhilat ê kantona Dêrazorê hat gulebarankirin. Zerarên mirovî çênebûn.

2’ê Tebaxê, Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de rêveberê dibistana bajarokê Şefia ya herêma Hecînê ya gundewrê rojhilatê Dêrazorê şehîd bû.

3’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êriş nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Derenc ê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê gulebaran kir, di encama gulebaranê de sivîl hat qetilkirin.

5’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Abrîhayê erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir armanc, di encama êriş de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

6’ê Tebeaxê, li bajarokê Zîbanê li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş hat kirin, di êrişê de endamekî hêzên ewlekariyê birîndar bû.

6’ê Tebaxê, li dijî benda kontrolê ya Etal a di navbera bajarokê Bisêra û Şihêl de êriş hat kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişê dan û êrişkar neçar man birevin. Di vê êrişê de windahiyên mirovî çênebûn.

6’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Cinêniyê yê gundewarê rojavayê kantona Dêrazorê êrişî erebeya QSD’ê kir. Di encama êrişê de tenê zerarên madî çêbûn.

6’ê Tebaxê, QSD’ê ragihand ku di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de 2 şervanên wê li bajarokê Behra yê girêdayê bajarê Hecînê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê şehîd bûn.

8’ê Tebaxê, şervanekî QSD’ê di encama gulebaranê de li bajarokê Cerzî şehîd bû.

10’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Riz êriş bire ser nuqteyeke leşkerî. Di encama bersivdayînê de şer derket. Di şer de tu zerarên mirovî çênebûn.

11’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Mihêmîdayê êrişî erebeya şervanên Hêzên Erka Xweparastinê kir. Di êrişê de tu windahiyên mirovî çênebûn.

14’ê Tebaxê, şervanekî QSD’ê di encama gulebaranê ya çeteyên DAIŞ’ê de li gundê Teyma yê başûrê Hesekê şehîd bû.

15’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li bajarê El Cirdî bombeyek deng li kamyona şêniyekî ku qebûl nekir "Zekatê" bide wan, bi cih kir. Di bûyerê de tu zerarên mirovî çênebûn.

16’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Ezman Dibês rûspiyekî eşîra El Bû Salih û hevjîna wî qetil kirin.

18’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bi guleyek RBG’ê benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî bajarokê El Cebariiyê yê gundewarê Qamişloyê topbaran kirin. di vê topbaranê de tu zerarên mirovî çênebûn.

18’ê Tebaxê, çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Zîbanê êrişî nuqteyek leşkerî kir. Zerarên mirovî çênebûn.

19’ê Tebaxê, çeteyên DAIŞ’ê êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarkê Sebha yê kantona Dêrazorê kir. Zerar çênebûn.

21’ê Tebaxê, şervanekî QSD’ê di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de li gundê El Cirdî şehîd bû.

24’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê fermandarekî berê yê QSD’ê dema ku li gundê El Cirdî di dikanekê de bû, şehîd xist.

25’ê Tebaxê, cenazeyê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku bi guleyan hatibû qetilkirin li gundê Abtex ê Hesekê hat dîtin.

26’ê Tebaxê, di gulebarana rasterast de du şervanên QSD’ê li gundên Ezman Dibês û bajarokê Hîsan ên gundewarê kantona Dêrazorê şehîd bûn.

28’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Cumeyê dikaneke bazirganiyê topbaran kir. Di encamê de tenê zerarên madî çêbûn.

29’ê Tebaxê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êrişî benda kontrolê ya QSD’ê ya li bajarokê Zîbanê kir. Di encama de tenê zerarên madî çêbûn.

30’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Hewayîc ê gundewarê rojavayê kantona Dêrazorê êrişî bendeke leşkerî kir. Der barê zeraran de agahî nehatin standin.

31’ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê kantona Reqayê êrişî nuqteyeke QSD’ê kir. Şervanan bersiva êrişê dan û şer derket. Di şer de 2 çete hatin kuştin û 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn.

Bi giştî di êrişên di meha Tebaxê de 7 şervanên QSD, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 4 sivîl şehîd bûn. Her wiha 11 şervanên QSD’ê birîndar bûn.

Ji destpêka îsal (2025) ve şaneyên DAIŞ’ê 172 êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Piraniya êrişan li kantona Dêrazorê hatin kirin.

LI DIJÎ ÊRIŞAN OPERASYONÊN BERSIVDAYÎNÊ

QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyon li dar xist. Di encama operasyonan de serçete di nav de bi dehan çete hatin girtin.

Operasyonên QSD û Hêzên Ewlekariy Hundirîn;

7’ê Tebaxê, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSD’ê li derdora bajarokê Hewayîc Zîban 2 çete girtin.

9’ê Tebaxê, TOL’ê li bajarê Holê yê gundewarê Hesekê yê kantona Cizîrê 2 çete (Seed Mixlif El Hesî (Ebû Seyf) û Mihemed Şakir Mixlif) girtin.

16’ê Tebaxê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi beşdariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) operasyoneke berfireh a lêgerînê li bajarokê Hewayîc li dar xist. Di operasyonê de 12 kes ku bi gumanên endamatiya DAIŞ’ê hatin girtin.

21’ê Tebaxê di encama şer û pevçûnan de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Reqayê 3 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê kuştin.

22’ê Tebaxê QSD’ê li gundê Zîbe yê nêzî bajarê Hesekê operasyoneke bi bandor li dar xist. Di operasonê de serçeteyekî şaneya DAIŞ’ê ya bi navê Ebû Decana yê bi navê Ebdurehman Elî Xidir (Ebûdî Else) hat girtin.

29’ê Tebaxê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li bajarokê Zîbanê 2 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê girtin.

30’ê Tebaxê QSD’ê bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ’ê di çarçoveya operasyona "Ewlehiya Mirovî ya Domdar" de 51 çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Hesekê girtin.

Di encama 7 operasyonan de, 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, jê serçete ’’Ebûdî Esele’’ 74 çete hatin girtin.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, her wiha li gorî daxuyaniyên fermî yên ji aliyê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatine dayîn, ji destpêka îsal (2025) ve 67 operasyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê hatine lidarxistin. Di encama van operasyonan de 9 çete hatin kuştin, her wiha 4 jê serçete bi giştî 138 çete hatin girtin.

(bb)

ANHA