Li kampa Holê operasyonên ewlehiyê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca xurtkirina parastina kampê duh qonaxa çaremîn a operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" li kampa Holê da destpêkirin.  Em ê di vê dosyayê de balê bikişînin ser operasyonên ku li kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê hatin lidarxistin.

Li kampa Holê operasyonên ewlehiyê
6 îlon, 2025   04:50
HESEKÊ
HESEN REMO

Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê, nêzî sînorê Iraqê ye. Kamp cihekî herî xeternak li ser ewlehî û mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. 

Kampa Holê sala 1990’an ji bo penaberên Iraqê yên ji ber Şerê Dueymîn a Kendavê reviyan, hatibû avakirin. Piştî bidawîbûna şer penaberên Iraqê vegeriyan warê xwe û kamp hat girtin. Di sala 2003’an de anku bi êrişa Amerîkayê ya li ser Iraqê kamp re careke din hat vekirin. Di pêvajoya aloziya Sûriyeyê de, kamp ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin û bû nuqteyeke stratejîk a xeternak. Çeteyan kamp wekî dergeh di navbera Sûriye û Iraqê de bi kar dianîn.

Di 15’ê Mijdara 2015’an de QSD’ê bajarê Holê û kampa wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Li kampê bi dehhezaran koçberên Sûriyeyî yên ji şerê reviyane, her wiha malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di operasyona rizgarkirina Baxozê de (2019) xwe radest kiribûn, hatin bicihkirin.  Ji wê demê ve kamp bûya mîna bombeyek li ber teqînê ku li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî xetere ye. Di wê demê de hejmara kesên li kampê hatibûn bicihkkirin nêzî 74 hezar kes bûn, ku piraniya wan jin û zarokên DAIŞ’î bûn. Bi demê re kamp bû zemîna avakirina nişfên nû yên tundraw . Di kampê de her wiha dadgehên DAIŞ’ê hatin avakirin û kesên li dijî fikrên DAIŞ’ê tev digeriyan jî dihatin kuştin.

OPERASYONÊN EWLEHIYÊ

Bi armanca qedandina şaneyên DAIŞ’ê û rêgirtina li ber belavbûna îdeolojiya wan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya YPJ û QSD’ê 6 operayonên ewlehiyê li dar xist. Operasyona herî dawî duh (4 Îlon 2025) dest pê kir.

OPERASYONA "MIROVÎ Û EWLEHIYÊ"

QONAXA YEKEMÎN:

Piştî zêdebûna bûyerên kuştina jinên ku dest ji fikirên DAIŞ’ê berdane û zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞ’ê, Qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 28’ê Adara 2021’an de dest pê kir. Operasyon heta 2’yê Nîsanê dom kir.  Di encamê de, 20 jê serçete, 125 çeteyên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Her wiha kelûpel û amûrên amadekirina mayînan hatin vedîtin û desteser kirin.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Kampa Holê, jinên DAIŞ’î "Cîhaz El Husebe" ava kirin û dewreyên perwerdeyê yên olî ji zarokan re vedirin.

QONAXA SÊYEMÎN

Piştî wergirtina agahiyên îstîxbaratî ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didin sûdê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bigire û êriş bike, Qonaxa sêyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 27’ê Çileya 2024’an de dest pê kir û 10 rojan dom kir.  Di operasyonê de 85 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin, çek û kelûpelên bi wan re hatin desteserkirin, her wiha 5 tunel hatin vedîtin û rûxandin.

Di operasyonê de serçeteyê bi navê Ebû Sufyan El Luheybî ku berpirsê karên terorî di hundir û derveyî kampê de bû, hat kuştin. Keçeke Êzidî bi navê Kovan Îdo Xirto ku berî bi 10 salan di êrişa li dijî Şengalê de hatibû revandin, ji aliyê YPJˈê ve hat rizgarkirin.

OPERASYONA EWLEHIYA DOMDAR

Di 6’ê Mijdara 2024’an de li kampa Holê "Operasyona Ewlehiya Domdar" hat destpêkirin. Operasyon derdora kampê û herêmên gundewar girte nava xwe. Di operasyonê de zêdetirî 100 kîlomtre çargoşe hat paqijkirin, 79 çete hatin girtin, cenazeya jinekê jî ku ji aliyê jinên DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin, hat dîtin.

Piştî zêdebûna êrişên li ser navendên rêxistinên mirovî yên ku kampê dixebitin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSDê û YPJ’ê, 18’ê Nîsana îsal (2025) operasyoneke ewlehiyê li kampê û derdora wê da destpêkirin. Operasyon 23’ê Nîsanê bi dawî bû. Di encamê de 20 çeteyên DAIŞ’ê  û hevkarên wê hatin girtin, her wiha miqdarek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Li aliyekî din jî rê li ber reva komî ya malbatên DAIŞ’ê ji kampê hat girtin û tevahî endamên şaneya hewl dida wan birevînin, hatin girtin.

Hemwextî operasyonê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin operasyoneke taybet li dijî şaneyeke xeternak a DAIŞ’ê ya bi şaneyên DAIŞ’ re koordîne dikir da ku kiryarên terorî pêk bîne, li dar xist.

QONAXA ÇAREMÎN A OPERASYONA MIROV Û EWLEHIYÊ

Duh (5 Îlon 2025) Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin, YPJ’ê bi desteka QSD û hêzên Koalîsyona Navneteweyî qonaxa çaremîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampê dan destpêkirin.

VALAHIYA EWLEHÎ Û ZÊDEBÛNA ÊRIŞAN

Ji dema rûxandina rejîma Baasê (24 Kanûn 2024) ve li Sûriyeyê valahiyeke mezin a ewlehiyê çêbû. Çeteyên DAIŞ’ê ku miqdareke mezin a çekan ji rejîma berê wergirtin û sûd ji valaiya li heêrmên hikumeta veguhêz wergirtin, hewl didin careke din xwe komî ser hev bikin.

Li bejahiya Sûriyeyê (Badiye) liv û tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûne û êrişên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûn.

Ji fermandarên leşkerî Ebdulkerîm Iweyîd diyar kir ku ji destpêka îsal (2025) ve 150 êriş li dijî nuqteyên leşkerî û ewlehiyê yên li Dêrazorê hatine kirin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li herêmên hikumeta veguhêz, bi taybetî li bejahiya Hums û gundewarê rojhilatê Siwêdayê 4 êriş tenê hatine kirin.

JI NY’Ê HIŞYARÎ

Di Tebaxa îsal de Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di civîna xwe ya asayî de li rapora nîvê salê ya têkilarî xetereya DAIŞ’ê guhdarî kir ku ji aliyê Nivîsgeha Têkoşîna Li Dijî Terorê ya NY’yê ve hatibû amadekirin. Nivîsgehê hişyarî da ku DAIŞ’ê sûdê ji bê istiqraraiya li gelek welatan wekî Afrîka û Sûriyeyê werdigire û rêbazên xwe diguhere.

Li gorî raporê, DAIŞ’ê tevî ku hejmarek serçeteyên xwe ji dest dane jî lê li Sûriye û Iraqê hîna çalak e, her wiha sûdê ji lawaziya ewlehiyê ya li Sûriyeyê werdigire da ku endamên nû tev li xwe bike û xwe ji nû ve bi rêxistin bike.

Di dewama raporê de hate gotin: "Ji dema ku HTŞ’ê welat kontrol kiriye ve, rewş hîna nazik e. DAIŞ sûdê ji valahiyên ewlehiyê werdigire û çalakiyên veşartî li dar dixe. Her wiha hewl dide tevliheviyên mezhebî li welat çêbike."

KAMPA HOLÊ.. CIHÊ TUNDRAWIYÊ

Kampa Holê ji bo rêxistinkirina çeteyên DAIŞ’ê bûye jîngeheke guncaw.  Tunebûna bernameyên rehabîlîtasyonê yên aktîv û berdewamkirina fikira tundraw hiştin ku kamp bibe cihê herî guncaw ji bo jinûve avakirina nişfekî tundrawî, naxasim di nava zarokên ku ji biçûkaniya xwe de li ser fikra tundraw tên perwerdekirin û bi navê "Eşbal El Xîlafe" tên naskirin. Li aliyekî din jinên DAIŞ’î  kesên ku li dijî fikrên wan derdikevin dikujin.

XETERÎ DEWAM DIKE

Tevî operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û QSD’ê, lê bêhelwestiya hêzên navneteweyî ya der barê kampê de gefan zêde dike. Piranî dewletên rojavayî welatiyên xwe yên DAIŞ’î venagerînin û ji berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî direvin. Her wiha tu çarçoveyeke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî tune ye. Li hemberî wê jî Rêveberiya Xweser bêyî ku tu desteka têrker an jî piştgiriya saziyan hebe, barê giştî hilgirtiye.

Ji bo rêgirtina li ber xetereya kampê divê bernameyeke navneteweyî wer danîn ku her welatek hemwelatiyên xwe di nava DAIŞ’ê de vegerînin. Ji bo jinûve perwerdekirina jin û zarokên DAIŞ’î jî divê bernameyek were danîn.

Ji vê zêdekir divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li gorî qanûna navneteweyî were avakirin .Divê bernameya rehabîlîtasyonê ya derûnî û perwerdehî bi çavdêriya rêxistinên navneteweyî yên pispor werin berfirehkirin, piştgiriya darayî û lojîstî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re were dayîn, mekanîzmeya çavdêriya giştî ya navneteweyî di hundirê kampê de were danîn ku pêşî li binpêkirinan were girtin û dawî li îdeolojiya wan bîne.

SERJIMARA NÛ YA KAMPÊ

Li gorî serjimariya dawî ku ajansa me ji Rêveberiya Kampa Holê bi dest xistiye, hejmara niştecihên kampa Holê derdora 26 hezar û 539 kes e. Ji vê hejmarê 9 hezar û 352 biyanî ne, 4 hezar û 933 iraqî ne, 15 hezar û 245 sûriyeyî ne û 9 kes jî nasnameyên wan nediyar in.

(bb)

ANHA