Di rojnameyên erebî de têkçûna hikumeta Sûriyeyê û dan û standinên Rûsya û Ukraynayê 

Rojnameyên erebî bal kişand ser têkçûna hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku nikarîbû modeleke berfireh û şaristanî pêşkêş bike û ji nû ve destpêkirina dan û standinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de li Stenbolê.

Di rojnameyên erebî de têkçûna hikumeta Sûriyeyê û dan û standinên Rûsya û Ukraynayê 
23 tîrmeh, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên îro li ser têkçûna hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ku modeleke alternatîf û şaristanî pêşkêş bike û ji nû ve destpêkirina dan û standinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de nivîsîn.

‘DI NAVBERA REJÎMA HEYET TEHRÎR EL ŞAM Û REJÎMA ESED DE’

Rojnameya El Ereb rewşa Sûriyeyê nirxand û diyar kir tevî hilweşîna rejîmê jî lê hişmendiya Hafiz El Esed hîna berdewam dike. Rojnameyê da zanîn ku “Heyet Tehrîr El Şam karî rejîma elewiyan hilweşîne, lê rejîma nû heman mantiqê otorîter û hişmendiya ewlehiyê ya ku Hafiz El Esed ava kiriye, ji nû ve ava dike”.

Rojnameyê destnîşan kir ku Sûriye hîna jî derdê "hişê nexweş" dikişîne, anku hişê Hafiz El Esed ku rejîma Beşar El Esed jî berdewama wê zîhniyetê bû. Rojnameyê diyar kir ku rejîma nû ku ji hêla "piraniya sunnî" ve tê birêvebirin, hewl dide modela Esed dubare bike, lê bi awayekî cuda (piraniya sunnî li şûna kêmaniya elewî), ev jî tiştekî xeternak e û li dijî yekitî û pirrengiya Sûriyeyê ye.

Rojnameyê ev pirs arasteyî xwîneran kir: "Gelo rejîma nû dikare modeleke şaristaniyê ya alternatîf pêşkêş bike ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê (Durzî, Sunnî, Xiristiyan, Elewî, Kurd, Îsmaîlî) di nava xwe de bihewîne?”

Rojnameyê da zanîn ku Heyet Tehrîr El Şam nikare vê modelê pêşkêş bike û li şûna wê şopa rejîma berê dişopîne bêyî ku lihevhatineke neteweyî ya rastîn pêk bîne.

‘RÛSYA Û UKRAYNA... VEGERA LI DAN Û STANDINAN’

Rojnameya El Xelîc der barê şerê Rûsya û Ukraynayê de nivîsî û bal kişand ser hewldanên navbeynkariya siyasî, bi taybet yên Amerîkayê, her wiha tora û ya dan û standinên li Stenbolê.

Rojnameyê bal kişand ser ji nû ve destpêkirina gera nû ya dan û standinan di navbera her du aliyan de li Stenbolê û destnîşan kir ku Trump berî cezayên zêdetir li ser Moskovê ferz bike, behsa muhleta 50 rojan kir. Rûsya dibêje ew ji bo çareseriyê amade ye, Kîev jî bi hêvî ye ku ji bo bidawîanîna şer hewldaneke nû were kirin.

(k)