Di rojnameyên erebî de hilbijartinên Iraqê, trajediya li Sûdanê û plana aştiyê ya Xezayê

Hilbijartinên parlamentoya Iraqê wek ceribandinek ji bo hevsengiya hêzê di nav bloka şîe de derketin holê, nemaze piştî ku boykotkirina Sedr nekarî dijberên xwe asteng bike. Trajediya mirovî ya li El Faşir a Sûdanê dualîbûna helwesta navneteweyî aşkera dike. Li Xezayê jî plana DYA’yê di bin giraniya nezelaliya qanûnî û bêserûberiya Îsraîlê de têk diçe.

Di rojnameyên erebî de hilbijartinên Iraqê, trajediya li Sûdanê û plana aştiyê ya Xezayê
13 mijdar, 2025   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de hilbijartinên Iraqê, trajediya li Sûdanê, dualîbûna helwesta navneteweyî û têkçûna plana nû ya aştiyê li Xezayê nirxandin.

‘BOYKOTA SEDR RÊ LI BER PÊŞVEÇÛNA HEVRIKÊN WÎ BO SER DESTHILATÊ NAGIRE’

Rojnameya El Ereb cih da hilbijaritnên Iraqê û diyar kir ku rêjeya beşdarbûnê ji sedî 56 derbas bûye ku ev yek têkçûna bangên oldarê şîe Muqteda El Sedr ji bo boykotkirina hilbijartinan nîşan dide û pirsan li ser asta rasteqîn a giraniya wî di nava gel de derdixe holê.

Rojnameyê destnîşan kir ku herî zêde serokê hikumetê Mihemed Şiya El Sûdanî sûd ji boykotkirina El Sedr wergirt û da zanîn û beşeke alîgirên El Sedr dengên xwe dan El Sûdanî da ku li ber vegera Nûrî El Malikî bo qada siyasî bigirin. Li gorî rojnameyê, serketina hilbijartinan ji derveyî detayên hûrgiliyên wê binkeftineke siyasî ya El Sedr e.

‘EL FAŞIR BERSIVA ÇÎROKÊN HÊZÊN PIŞTGIRIYA LEZGÎN DIDE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat jî bal kişand ser komkujî û binpêkirinên ku li bajarê El Faşir ê Darforê ya Sûdanê, bandorên wê yên mirovî û siyasî û hewldanên jiholêrakirina delîlan.

Rojnameyê bûyerên ku li El Faşirê rû dane, wêneyên peykê yên belgekirî ku gorên komî û cenazeyên li dora nexweşxaneya Siûdî aşkera kirin, kampanyayên reşkirinê û hewldanên jiholêrakirina delîlan, şahidiyên kesên ji sûcan filitîne, sûcên qirkirinê, tecawiz û kuştinên li ser bingeha nasnameyê yên ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine kirin, aşkera dikin.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser dudiliya helwesta navneteweyî û destnîşan kir ku her çend cîhanê di destpêkê de piştî aşkerakirina delîlên balkêş hevxemiya demkî ji bo qurbaniyan nîşan dabe jî lê berjewendiyên siyasî dikarin di ser êşa mirovan re werin dîtin.

Rojnameyê îşaret pê kir ku kesên li El Faşirê rizgar bûne, naçin deverên di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, lê xwe dispêrin deverên di bin kontrola artêşa Sûdanê de û diyar kir ku ev jî nîşan dide ku artêş bûye çareya dawîn a ji bo parastina hebûna dewletê û yekitiya Sûdanê.

‘QONAXA DUYEMÎN A PLANA TRUMP ASTENG DIBE’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser pirsgirêkên li pêşiya qonaxa duyemîn a plana serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a ji bo Xezayê ku di civîna li Şerm El Şêxê de hate pejirandin û di 10’ê Cotmehê de ket meriyetê.

Rojnameyê diyar kir ku gumanên li ser pêkanîna planê zêde dibin û sedema vê yekê jî spart "binpêkirinên dubare yên agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve, bombebarana berdewam, nevekirina deriyê Refehê û rêgirtina li ber alîkariyên mirovî".

Rojnameyê destnîşan kir ku plana Trump bi astengiyên siyasî, yasayî û ewlehiyê re rû bi rû dimîne, bi taybetî "avakirin û bicihkirina hêzên aştiyê yên navneteweyî, nezelaliyên di rêgez û bicihkirinê de, bêçekkirina Hemasê û vekişîna hêzên Îsraîlî berî bicihkirina hêza navneteweyî. Dîsa nakokiya li ser rola Konseya Aştiyê ku tê texmînkirin ku bi demkî Xezayê bi rê ve bibe, metirsiyên ku ew konsey veguhere "konseyeke parêzvaniyê ku biryara Filistînê kontrol dike,  redkirina gelek welatan ji beşdarbûna di hêza aştiyê de, ji ber ku Îsraîl dixwaze welatên beşdar bi xwe hilbijêre."

Rojnameyê da zanîn ku rêveberiya Trump hewl dide planê bi şandina Jared Kushner bo Îsraîlê rizgar bike da ku rewşê aram bike û Netanyahu razî bike ku rageşiyê rawestîne.

(bb)