Li ser rêya Dêr Hafirê 10 kes hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û endamên "Ewlehiya Giştî" ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser rêya Dêr Hafirê 10 kes revandin.

Li ser rêya Dêr Hafirê 10 kes hatin revandin
30 hezîran, 2025   10:22
HELEB
MIHEMED EBDO

Li gorî agahiyên ku şahidan dan ajansa me, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û endamên "Ewlehiya Giştî" ya ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve yên li ser benda kontrolê ya hevbeş a li ser rêya Dêr Hafirê  (di navbera Helebê û herêmên Rêveberiya Xweser de) 10 kes revandin.

Li gorî şahidan, navên kesên hatine revandin wiha ne: Fadî El Hemîdî El Xidir, Henan Nebîh Îbo, Amir Zekî Eseed, Mueyed Hesen El Hesen, Muhened Hesen El Hesen, Hesen Feysel Şahîn, Ebdurehman Nûrî Hesen, Hesen Mensûr, Husam El Salih, Ebdullezîz Şêxo.

Revandin û tirsandina welatiyan binpêkirina bendên 3 û 8’an a peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ye.

Li gorî benda 8’an a peymanê;  divê tevgera çûnûhatinê ya şêniyên herdu taxan bi serbestî be. Nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyeyiyan nebûye û berî lihevkirinê xwestî (metlûb) bû, were girtin. Di benda 3’an de jî wiha tê gotin, Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in.

Di demên dawîn de bûyerên revandina şêniyan li ser rêya Dêr Hafir û Helebê de zêde bûye. Tevî vê yekê hesab nayê pirsîn û aliyên têkildarî jî tu daxuyaniyên fermî nedane.

(bb)