Di êrişa Koalîsyona Navneteweyî de 2 kes hatin kuştin

Balafireke Koalîsyona Navneteweyî li Idlibê li motorsîklêtekê da û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Di êrişa Koalîsyona Navneteweyî de 2 kes hatin kuştin
10 hezîran, 2025   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a biçek a Koalîsyona Nanveteweyî li nêzî bajarokê Dana yê li Idlibê motorsîklêteke ku 2 kes lê siwar bûbûn, bombebaran kir.

Li gorî agahiyan, di encama bombebaranê de her du kes hatine kuştin.

Der barê nasnameyên her du kuştiyan de agahî nehatin parvekirin.

(bb)