Di qezaya li ser rêya Dêrazorê û Şamê de 35 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku di encama qezaya trafîkê ya li ser rêya Dêrazorê û Şamê de 35 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.

Di qezaya li ser rêya Dêrazorê û Şamê de 35 kes mirin
25 tîrmeh, 2026   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li ser rêya di nav bera Dêrazorê û Şamê de li nêzî Humsê, 2 otobusên rêwiyan li hev ketibûn.

Rêveberê Daîreya Rewşên Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê Necîb Nasan ragihand ku di encama qezayê de 35 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.

Der barê sedemên qezayê de heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.

(k)

ANHA