Hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 66 filistînî destgîr kirin

Hêzên Îsraîlê di serdegirtineke berfireh de li çend bajarên Şerîaya Rojava, li gundê Tel û li Nablusê herî kêm 66 filistînî destgîr kirin.

Hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 66 filistînî destgîr kirin
25 tîrmeh, 2026   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, hêzên Îsraîlê îro serê sibê li Şerîaya Rojava pêleke girtinê ya berfireh da destpêkirin, di encamê de herî kêm 66 filistînî hatin destgîrkirin.

Li gundê Tel ê li başûrê rojavayê Nablusê 30, li Ramallahê 14, li Cenînê 5, li El Xelîl 8, li Beytlehmê 3 û li Tulkermê 5 kes hatin destgîrkirin, her wiha li bajarokê El Eizariya ya li başûrê Qudsê jî kesek hat destgîrkirin.

Li gorî çavkaniyên ji Filistînê, hêzên Îsraîlê li gundê Telê bi ser gelek malan de girt û lêpirsîn kirin, di heman demê de operasyonên xwe yên leşkerî li herêmê berdewam kirin.

(k)

ANHA