Di Newroza Tetwanê de piştgiriya bangê dîrokî hat kirin
Di pîrozbahiya Newroza Tetwanê de peyam hat dayîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye qebûlkirin û bangawazî wê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Tirkiyeyê jî feydeyê bîne.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Newroza Tetwanê de axivî û got: "Ev bang ne tenê azadiya Kurdan, azadiya 85 mîlyonî jî wê misoger bike. Divê cidî bê dîtin û pêwîstiyên wê bên bicihanîn."
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê” şahiya Newrozê hat lidarxistin.
Qada Fûarê ku pîrozbahî lê hat lidarxistin, bi alên "Newroz ji Azadî re" hat xemilandin. Welatî serê sibê bi cil û bergên rengîn ên neteweyî hatin qada pîrozbahiyê û demeke dirêj govend gerandin.
Li qadê timî dirûşma "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn, bername bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan diyar kir ku Newroza 2025’an ji ber banga Rêber Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Tuncer Bakirhan got, "Em Cejna Newrozê ya Birêz Ocalan pîroz dikin."
Tuncer Bakirhan Newroza hemû siyasetmedarên girtî pîroz kir û got:"Kedkarên herî mezin ên ku em anîne roja îroyîn, aştî pêk anîn, aştî nîqaş kirin ew in. Ji ber wê banga dîrokî di 27'ê Sibatê de hat kirin. Birêz Ocalan bi vê bangê weke Kawayê Hesinkar, weke ronahiya 3 darikên niftikekê yên Mazlûm Dogan, gelên Rojhilata Navîn ronî dike.