Şêniyên Şedadê şehîd Hisên El Ewad oxir kir

Şêniyên bajarê Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Hisên Ebid El Ewad li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê spart axê.

19 adar, 2025   14:43
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê QSD`ê Hisên Ebdulwed ku di 16’ê Adarê de li herêma El Tirwaziye di êrişa balafira bêmirov a artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê merasîmek li dar xist.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji aliyê hevrêyên şehîd ên QSD`ê ve toraneke leşkerî hate lidarxistin.

Endamê Komîteya Şopandinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Mihemed Xelîl axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Xelîl banga bilindkirina têkoşîna li ser xeta şehîdan kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Şiyar Şedadê jî soz da ku ew ê dilsozên wesiyeta şehîdan bin û got: "Em bi rêzdarî şehîdan bi bîr tînin. Em ji malbatê re û hevrêyên xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê li ser şopa şehîdan berxwedan û têkoşînê dewam bikin.”

Piştî axaftinan belgenameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(k)