Di navbera hêzên Şamê û çeteyan li Helebê de pevçûnên dijwar

Li gundewarên rojavayê Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de pevçûnên dijwar rû dan, her wiha duh jî bi sekvanê leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin.

Di navbera hêzên Şamê û çeteyan li Helebê de pevçûnên dijwar
4 adar, 2024   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama hewldana çeteyan pêk aniye de hêzên hikumeta Şamê û çeteyên ˊFetih El Mubînˊ li Qubtan El Cebil ê rojavayê Helebê de bi çekên navîn û sivîk bi hev ketin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku duh bi guleya sekvanê çeteyên ˊFetih El Mubînˊ li bajarê Seraqib ê li başûrê Idlibê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin..

Li gundê Melaca yê li başûrê Idlibê çeteyan bi guleyên hawinan nuqteyên hêzên Şamê topbaran kirin.

(fr)