Li murşidê berê yê Îxwanan tevî cîgirê xwe û 6 kesên din cezayê darvekirinê hat birîn

Dadgeha Misirê li murşidê berê yê Îxwan El Muslimîn Mihemed Bedîi, cîgirê wî Mehmûd Izet û 6 endamên din ên Îxwana Muslimîn cezaya darvekirinê birî.

Li murşidê berê yê Îxwanan tevî cîgirê xwe û 6 kesên din cezayê darvekirinê hat birîn
4 adar, 2024   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Misirê li murşidê berê yê Îxwan El Muslimîn Mihemed Bedîi, cîgirê wî Mehmûd Izet û 6 din cezayê darvekirinê birî.

Çavkaniyên ji Dadgeya Misirê diyar kir ku Dadgeha Ewlekariya Dewletê li murşidê Îxwanan Mihemed Bedîi, cîgirê wî Mehmûd Izet, Mihemed El Beltacî, Emro Zekî, Usame Yasîn, Sefwet Hîcazî, Asim Ebdulmacid û Mihemed Ebdulmeqsûd cezaya darvekirinî birî. Ev kes bi doza ku di ragihandinê de wek "bûyerên El Menesa" hatiye naskirin hatine tohmetbarkirin.

Cezaya ku li dijî wan hatiye birîn ji pileya yekemîn e û ji bo îtîrazê vekirî ye.

Tê gotin ku van kesan hewl dida xwepêşandaneke mezin ji rêya Nesir a rojhilatê Qahîreyê ber bi peykerê Menesa ve organîze bikin, tevgera bajêr bi temamî rawestînin û rê li ber hêzên ewlekariyê bigirin da ku xwepêşandanê bi dawî nekin.

Dozgeriya Ewlekariya Dewletê di Nîsana 2021'an de ev doz ji bo Dadgeha Sûcan a Ewlekariya Dewletê veguhast.

Her wiha hat zanîn ku wan kesan hewl didan li dijî karmendên dewletê û welatiyên ku dijberî wan disekinin hêzê bi kar bînin. Her wiha wan çek, cebilxane û molotof ji sûcdarên din re ku di xwepêşandanan de beşdar bûn, peyda dikirin.

(mh)