Li Hesekê qurbaniyên Komkujiya Ermenan hatin bibîranîn

Meclisa Civakî ya Ermenî di salvegera 110’emîn a Komkujiya Ermenan de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û diyar kir ku dewleta Tirk berdewama dîrok û siyaseta Dewleta Osmanî ye, sûcên qirkirinê li dijî Ermen, Suryan-Asûr-Kildanan, Kurd û gelên herêmê hîna didomîne.

24 nîsan, 2025   14:51
HESEKÊ

Meclisa Civakî ya Ermenî ya bajarê Hesekê 110’emîn Komkujiya Ermenan ku Dewleta Osmanî di nava salên 1915-1917’an de pêk aniye, bi merasîmekê li Hola Serdem a bajarê Hesekê bi bîr anî. Bi dehan endamên saziyên leşkerî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên Ermen amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, mûm hatin vêxistin.

Dûre li ser navê Meclisa Civakî ya Ermenî Migirdiç Katangyan axivî û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û diyar kir ku dê her tim berxwedan û têkoşîna xwe xurttir bikin da ku careke din rastî qirkirinê neyên.

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî Arif Kassabiyan jî axivî û got: "Em soz didin malbat û şehîdên xwe ku em berxwedana xwe xurttir bikin. Divê sûcdarên wê komkujiyê ji hêla rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û mafê mirovan ve bên cezakirin. "

Her wiha bi navê Yekitiya Jinên Ermen jî Silda Simonyan got: "Em bi îradeyeke xurt peyama edalet û azadiyê hildigirin. Îro em bi gavên ji xwe bawer ber bi paşerojê ve bi pêş ve diçin, bi yekitiya rêzên xwe û bi hêza îradeya xwe ya ji bo serketinê û vegerandina rûmetê dimeşin."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Gulê Mihemed got: "Em ê bi têkoşîna xwe bikarin bijîn. Çawa me bi salan li ber xwe da niha jî em li ber xwe bidin. Em hebûn, em hene û em ê hebin."

Di dawiyê de jî endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Ebd El Xenî Oso jî qurbaniyên komkujiya Ermenan bi bîr anîn û wiha got: "Em îro li vir salvegera biêş ku di ser gelê me yê Ermen re derbas bûye, bi bîr tînin. Gelê me yê Ermen bi destê Osmaniyan di hovanetirîn sûcên qetilkirin, koçberkirin û qirkirina etnîk re derbas bû. Dewleta Tirk a dagirker a îro jî, berdewama wan siyasetên qirkirin û înkarkirinê ye.”

Merasîma bîranînê bi pêşkêşkirina şanoyeke li ser komkujiya sala 1915'an û xwendina helbestan bi dawî bû.

(zş)

ANHA