DYA’yê peymana 10’ê Adarê bi hikumeta veguhêz re nîqaş kir

Cîgirê wezîrê karên derve yê DYA’yê û wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz ê Sûriyeyê li ser pêkanîna peymana 10’ê Adarê nîqaş kirin.

DYA’yê peymana 10’ê Adarê bi hikumeta veguhêz re nîqaş kir
20 îlon, 2025   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi daxuyaniyekê ragihand ku cîgirê wezîrê karên derve yê DYA’yê Christopher Landau û wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz ê Sûriyeyê Eseed El Şîbanî hevdîtin kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hevdîtin bi amadebûna nûnerê taybet ê DYA’yê yê li Sûriyeyê Thomas Barrack pêk hat û hate diyarkirin ku Landau bi El Şîbanî re li ser pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîqaş kiriye. Lê agahiyên zêdetir nehatin parvekirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan li ser siberoja têkiliyên di navbera hikumeta veguhêz û Îsraîlê de, têkoşîna li dijî terorê, pêşxistina derfetên aborî di navbera Şam û Washingtonê de jî nîqaş kirine.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin wezîrê karên derve yê DYA’yê gotiye "Piştî daxuyaniya serokê DYA’yê Donald Trump a ji bo sivikkirina cezayan, derfeteke dîrokî li pêşiya Sûriyeyê heye ku dewleteke aştiyane û xwedî serwerî ava bike.”

(bb)