Di êrişên li dijî Îsraîlê de 2 Îsraîlî hatin kuştin
Bi moşekên ji Lubnanê ve Kiryat Shmona yê bakurê Îsraîlê hat hedefgirtin, di encamê de 2 îsraîlî hatin kuştin û 6 birîndar bûn.
Kenala 14ʹan a Îsraîlê li ser zimanê berdevkê artêşa Îsraîlê diyar kir ku nêzî 20 moşek ji Lubnanê ve ber bi herêma Kiryat Şhmona ve hatin avêtin.
Tîmên destwerdana lezgîn ên Stêrka Dawûd a Sor ragihand ku mêrek û jinekê yên 40 salî di encama êrişê de hatin kuştin.
Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku çekdarên wê leşkerên Îsraîlê li nêzî gundê Lebûne yê ser sînor hedef girtin. Duh jî Îsraîlê ragihandibû ku wê 2 xelîfeyên sekreterê giştî yê Hizbullah Hesen Nesrellah, kuştin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku duh û îro di şerê li başûrê Lubnanê de 3 leşkerên Îsraîlê bi giranî birîndar bûn.
Roja çarşemê jî li bajarê Xidêra di bûyera êrişa bi kêrê de 6 welatiyên Îsraîlî birîndar bûbûn. Polîsên Îsraîlê ragihandibû ku ew êrişker hat girtin.
Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê ragihandibû ku êrişker Îsraîlî ye û ji bajarokê Um El Fehim e, navê wî Ehmed Cebarîn e û 36 salî ye.
Di 30'ê Îlonê de di êrişeke çekdarî ya bi kêrê li Til Avîvê de ku piştre Hemasê li xwe girtibû, 5 Îsraîlî, Yewnaniyek û welatiyekî ji Gurgistanê hatibûn kuştin.
(mh)