Di êrişên Îsraîlê li Himsê de kuştî û birîndar hene

Îsraîlê taxeke bajarê Himsê bombebaran kir, di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

Di êrişên Îsraîlê li Himsê de kuştî û birîndar hene
7 sibat, 2024   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku Îsarîlê bajarê Hims û gundên nêzî wê bombebaran kiriye di encamê de kuştî û birîndar çêbûne. Di nav wan de sivîl jî hene. Her wiha zirarên madî li cihê bombebaranê hatiye. Hikumeta Şamê îdia kir ku gelek moşek xistiye xwarê.

Çavkaniyeke leşkerî bi bîr xist ku êriş duh bi şev saet di 00:30`an de pêk hatiye û Îsraîlê ji bakurê Trablusê moşek avêtine gelek dever li bajarê Himsê.

Heman çavkanî got: "Di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûne. Xisarên madî li mal û milkên giştî û taybet hatine."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku ambulans û tîmên agirkujiyê bi hawara cihên hatine hedefgirtin ên li nêzî stada beledî û nêzî avahiya xebatên xizmetguzariyê ya li başûrê bajêr, herêma Ewras û nêzî parzûngeha Himsê, herêma El Qisêr çûne. Du kesên ku nasnameya wan ne diyar e ji cihê bûyerê veguhastine. SOHR`ê diyar kir ku dibe fermandarek komên milîsên Îranê hatibe kuştin.

Her wiha SOHR`ê bi bîr xist ku dengê zêdetirî 9 teqînan li Himsê hatiye bihîstin. Sedema wê jî, moşekên Îsraîlê ne ku li nêzî parzûngeha Himsê, Qisêr, mezrayên Ewras ketine. Li gorî agahiyên ku SOHR`ê parve kirine, li wan deveran, nuqteyên leşkerî yên hikumeta Şamê, Hizbullahê Lubnanî hene. Her wiha da zanîn ku moşekek li avahiyeke taxa El Hemra ya bajarê Himsê teqiye.

(şx)