Li gundewarê Şamê teqîn

Di navbera herêmên Cidêdet El Fedil û Qetena yên gundewarê Şamê de, digel nebûna agahiyên fermî der barê sedem û ziraran de, teqînek rû da.

Li gundewarê Şamê teqîn
6 tebax, 2025   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê Şamê, îro di navbera herêmên Cidêdet El Fedil û Qetena de teqînek rû da. Di encamê de di nava şêniyan de fikar çêkir.

Çalakvanan li ser medyaya dîjîtal diyar kir ku ji teqîna motorsiklêtekê teqîn çêbûye. Lê heta niha tu aliyekî daxuyaniyek fermî jî der barê teqînê de nedane.

Heta vê kêliyê de zirarên teqînê yan jî zirarên canî nehatine zanîn.

(fr)