Di êrişa Îsraîlê ya li bajarokekî Şamê de kesek hat kuştin

Hêzên Îsraîlê ku li bajarokê Beyt Cin ê Şamê operasyoneke serdegirtinê pêk anî, ciwanek kuşt û hin kes jî destgîr kirin.

Di êrişa Îsraîlê ya li bajarokekî Şamê de kesek hat kuştin
12 hezîran, 2025   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê şevê din li bajarokê Beyt Cin ê li başûrê rojavayê Şamê operasyoneke serdegirtinê pêk anî û gule reşandin. Di encamê de ciwanek hat kuştin.

Li gorî SOHR’ê, hêzên Îsraîlê di serdegirtinê de hejmarek kes destgîr kirine û di dema serdegirtinê de balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan.

Aloziya li herêmên sînorî yên başûrê rojavayê Şamê dewam dikin. Beriya 4 rojan hêzên Îsraîlê bi balafireke bêmirov a biçek li bajarokê Beyt Cin ê li ser sînorê îdarî yê bi Quneytîrayê re erebeyek bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de ku kesek hatibû kuştin.

Duh jî dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ket gundê Qehtaniya yê Quneytîrayê û li nav taxên wê bi cih bû. Di wê navberê de bang li şêniyan kirin ku ji malên xwe dernekevin. Vê yekê jî şênî xistin nava fikaran.

Her wiha leşkeran li heman gundî karkerekî paqijiyê girt û îşkence lê kir û piştî çend saetan ew berda.

(bb)