Di êrişa Azarbaycanê de 4 leşkerên Ermenî hatin kuştin

Ermenîstanê eşkere kir ku roja sêşemê li bakurê herêma Siyonîkê 4 leşkerên wan di encama êrişa hêzên Azarbaycanê de hatine kuştin.

Di êrişa Azarbaycanê de 4 leşkerên Ermenî hatin kuştin
13 sibat, 2024   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de ev agahî parve kirin: "Yekîneyên ji hêzên çekdarî yên Azarbaycanê bi çekên biçûk cihên şer ên Ermenîstanê yên li gundê Nerkîn Hand kirin hedef."

Wezaretê ragihandib ku di êrîşê de 4 leşkerên me jiyana xwe ji dest dane û yekî din birîndar bûye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya destpêkê de gotibû di êrişê de 2 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.

Wazareta Parastinê ya Azarbaycanê jî têkildarî mijarê ev daxuyanî da: "Leşkerên Ermenîstanê derengiya şeva duşemê 2 caran êrîşî ser gundê Koxanabî yê herêma Towozê ( Bakur Rojhilat) kirin."