Du baskên ’Meşa Mezin a Azadiyê’ li Amedê hatin pêşwazkirin

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku li Wan û Qersê destpê kir, piştî 13 rojan li Amedê gihîşt hev. Meşvan li navnda bajêr bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Du baskên ’Meşa Mezin a Azadiyê’ li Amedê hatin pêşwazkirin
13 sibat, 2024   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 1'ê Sibatê de destpê kir, di roja 13'an de ye. Siyasetmedar, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskên Wan û Qersê yên meşê de cih digirin, li Amedê gihîştin hev.

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl ji bo pêşwazîkirina meşvanan li ber Navenda Bazarê ya Ceylanlar li hev kom bûn.

Girseya gel li ber erbaneyê bi stran, dirûşm û tilîliyan li benda meşvanan sekinî.

Polîsan bi hinceta meşê herêm dorpêç kirin.

Baskên Qers û Wanê yên meşê dema ku gihîştin ber AVM'ê, polîsan hewl dan asteng bikin, lewma rageşiyê rû da.

Meşvan piştre bi çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin. Polîsên Tirk meşvan dorpêç kirin. Parlamenter jî ketin milê hev û li ber astengiya polîsan rabûn.

Meşvan wê li Serokatiya Bajarê Amedê ya DEM Partiyê daxuyaniyê bidin û piştre serdana deverên cuda yên bajêr bikin.

Meş wê di 15'ê Sibatê de li gundê Amara ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bû, bi dawî bibe.