Di encamnameya dawîn a civîna Kendavê de êrişên Îsraîlê hatin şermezarkirin

Di encamnameya dawîn a civîna serokên Meclisa Hevkariya Kendavê de êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê hatin şermezarkirin û banga agirbestê hat kirin. Her wiha meclisê helwesta xwe ji lihevkirina Îran-Siûdiye diyar kir.

Di encamnameya dawîn a civîna Kendavê de êrişên Îsraîlê hatin şermezarkirin
6 kanûn, 2023   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encamnameya Civîna Meclisa Hevkariya Kendavê de ku duh li paytexta Qeter Dohayê li dar ket, helwesta meclisê li hember şerê li Xezayê û pirsgirêkên bi Îranê re hatin diyarkirin.

Meclisê êrişa li ser Xezayê şermezar kir û piştgirî da gelê Filistînê. Her wiha bang li rawestandina yekser a şer, gihandina alîkariyên mirovî, vegerandina kehrebe û avê, derbaskirina sotemenî, xwarin û dermanê kir û ji rêxistinên navneteweyî xwest ku tev li van xebatan bibe.

Meclisê hicetên êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê red kirin û bang li bidawîbûna dorpêça derqanûnî û li dijî biryara Konseya Ewlehiyê ya bi hejmara 2417 kir ku nehiştina derqanûnî ya gihandina alîkariyên mirovî û birçîkirina sivîlan wek rêbazekî şer, şermezar dike.

Di heman demê de meclisê hewldanên agirbestê bi erênî nirxand ku di encamê de dîl ji her du aliyan ve serbet hatin berdan û hêvî kir ku şer bi temamî raweste û dorpêça li ser Şerîdê bi dawî bibe.

Meclisê bang li sekreterê giştî yê NY`yê kir ku ji bo rawestandina êrişa Îsraîlê li ser Xezayê hewl dan bike û rê nede ku şer derbasî dewletên cîran bibe.

Her wiha Meclisa Hevkariya Kendavê bang li tevahî aliyên şer kir ku sivîlan biparêzin, li gor qanûnên navneteweyî tev bigerin, dîlgirtiyên sivîl serbest berdin.

Der barê pirsgirêkên sînorên deryayî yên bi Îranê re, meclisê destnîşan kir ku zeviya El Dure di nava herêmn deryayî yên Kiwêtê ye û girêdayî Siûdiye û Kiwêtê ye. Ew tenê dikarin sûdê ji berhemên binerd ên wê herêmê bigirin.

Meclisê, helwestên xwe yên berê têkildarî berdewamkirina dagirkirina her sê giravan; Tuneb Mezin, Tuneb Biçûk û Ebû Mûsa yên Îmaratê ji aliyê Îranê ve, teqez kirin ku wê dagirkirinê şermezar dike.

Meclisê diyar kir ku biryar û kiryarên Îranê li wan her sê giravan, nayên pejirandin û rastiyên dîrokî û qanûnî ku ev her sê girav di bin serdestiya Îmaratê de ne, naguherin.

Têkildarî vê mijarê, meclisê bang li Îranê kir bersiv bide hewldanên Îmaratê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çi bi rêya danûstandinan yan jî bi rêya Dadgeha Edlê ya Navneteweyî.

Di heman demê de meclisê, lihevkirina di navbera Siûdiye û Îranê de ku li Pekînê pêk hatiye, bi erênî nirxand û hêvî kir ku ev lihevkirin di çareserkirina nakokiyan û aloziyên herêmî de bibe gaveke erênî.

Her wiha meclisê metirsiyên xwe li hember pêşketina dosyaya nukleerî ya Îranê û destnîşan kir ku dewletên meclisê amade ne hevkariyê bikin. Meclisê got pêwîst e ew jî tev li danûstandinên herêmî û navneteweyî yên têkildarî pirsgirêka nukleerî, kar û barên deryayî, bibin.

(şx)