Di çapemeniya erebî de peyamên Îranê yên ji Beyrûtê re û hewlên Misirê yên rawestandina şer

Îranê bi rêya serdana Elî Larîcanî ya ji Beyrûtê re, peyamên xwe nîşan dan. Ji bo rawestandina şerê li Xezayê jî hewlên Misirê û destpêşxeriya Fransayê hene.

Di çapemeniya erebî de peyamên Îranê yên ji Beyrûtê re û hewlên Misirê yên rawestandina şer
14 tebax, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya erebî bal kişand ser serdana Elî Larîcanî ji Lubananê re û tevgerên nû yên Misirê yên ji bo agirbesta li Xezayê.

‘SERDANA LARÎCANÎ JI LUBNANÊ RE: PEYAMÊN ÎRANÊ RASTÎ DÎWARÊ SERWERIYÊ TÊN’

Tora Sky News Erebî di nivîseke xwe de behsa serdana sekreterê Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî ya ji Beyrûtê re kir. Torê destnîşan kir ku ev serdan, di demekê de ku nîqaşên hundirîn li ser xistina çekan di destê dewleta Lubnanê de tê kirin, pêk hat. Aliyên navneteweyî û xwecih der barê mijara çekan de zextê dikin.

Torê diyar kir ku tevî "xesareta Îranê di Sûriyeyê de" hîna jî li ser asta herêmê lîstikvaneke bi bandor e. Sûriye damara wê ya stratejîk bû ku Tehran bi Beyrûtê ve girê dida. Îran hîna piştgiriyê dide Hizbullahê û mezheba şîe ya li Lubnanê, di qada Lubnanê de dev ji hevalbendê xwe yê sereke bernade.

Çavdêran da zanîn ku ev peyam beriya ku Larîcanî bigihêje Beyrûtê aşkera bûn. Serokatî û hikumeta Lubnanê piştgirî da biryara komkirina çekan di bin desthilata dewletê de.

‘HEWLÊN MISIRÊ BI DESTPÊŞXERIYA MACRON RE LI HEV TÊN’

Rojnameya El Nehar jî bal kişand ser tevgerên Misrê yên dîplomatîk ên di rojên dawîn de, ji bo agirbesta li Xezayê. Rojnameyê diyar kir ku hewlên Misrê bi destpêşxeriya serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a bi daxwaza avakirina hevalbendiya navneteweyî ji bo birêvebirina Şerîda Xezayê, heman in.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre wezîrê karên derve yê Misrê Bedir Ebdulatî ku Qahîre li ser vejandina pêşniyara agirbestê heta du mehan dixebite. Di vê agirbestê de divê dîlgirtî werin berdan, alîkariyên mirovî û tibî yên têrker derbasî Şerîda Xezayê bibin, hêzên navneteweyî û yên erebî lê belav bibin, da ku şert û mercên avakirina dewleteke Filistînê werin amadekirin.

Rojnameyê amaje bi tevgera Misir û Fransayê ya bi piştgiriya Qeter û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir ku xwe dispêre daxuyaniya hevbeş a Komkara Erebî û Yekitiya Ewropayê. Ew daxuyanî bang li Hemasê dike ku çekên xwe radestî dethilata Filistînê bike û hikumeteke teknokrat a veguhêz heta 6 mehan were avakirin. Rojnameyê serketina hewldanan bi helwesta serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û amadekariya serokê DYA’yê Donald Trump ve girê da ku zextê li wî bike.

(fr)