‘Şewatên li perava Sûriyeyê bi zanebûn in’

Şewatên li çiyayên perava Sûriyeyê daristanên di navbera Laziqiyê û Hemayê de didin ber xwe. Tîmên agirkujiyê ji ber erdnîgariya asê û tengbûna rêyan nikarin xwe bigihînin cihên şewatan. Hemwextî wê hat diyarkirin ku ev agir bi zanebûn tên pêxistin.

‘Şewatên li perava Sûriyeyê bi zanebûn in’
14 tebax, 2025   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji zêdetirî 48 saetan ve rûberên fireh ên daristanên li çiyayên perava Sûriyeyê yên ji Laziqiyê heta bi Hemayê dişewitin. Ji ber erdnîgariya çiyayî û tengbûna rêyan tîmên agirkujiyê nikarin xwe bigihînin cihên şewatê.

Şêniyên gundên derdorê nerazîbûna xwe ji ber nebikaranîna helîkopteran di vemirandina şewatê de anî ziman. Şêniyan kesên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi pêxistina agir an jî nevemirandina wê tawanbar kirin û got wan ev yek bi mebesta komkirina êzingan û firotina wan ji bo zivistanê kiriye.

Şewat gihaştiye çiyayên navçeya Beyt Yaşût a Ceblê, gefan li herêmên şêniyan û baxçeyên çandiniyê dixwe. Agir ber bi gundewarên Laziqiyê, Hemayê û heta bi tixûbên Sehil El Xab ê Hemayê ve berfireh dibe.

Bi bangên dubare yên alîkariyê û destwerdana lezgîn re, gundên li nêzî cihên şewatê di rewşeke awarte de dijîn.

(fr)