Di çalakiyên li Îran û Rojhilat de 15 Kurd hatin qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana diyar kir ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kesên di çalakiyan de hatin qetilkirin, 15 jê Kurd bûn.

Di çalakiyên li Îran û Rojhilat de 15 Kurd hatin qetilkirin
5 ÇILE, 2026   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana der barê destgîrkirin û qetilkirina xwepêşandêrên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê de amarên nû belav kirin.

Hate diyarkirin ku xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 9’an de berdewam in û her ku diçe berfirehtir dibin. Her wiha hate gotin ku her ku diçe nêzîkatiya hêzên rejîma Îranê ya li hember xwepêşandêran tundtir dibe.

Li gorî agahiyên rêxistinê parve kirine, li Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 66 xwepêşanderên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine destgîrkirin. Her wiha 8 welatiyên Kurd jî di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin.

Hatiye diyarkirin ku di encama êrişên hêzên rejîmê ya li ser xwepêşandanan de li bajarên Kirmaşan, Îlam û Hemedanê herî kêm 15 xwepêşandêrên Kurd hatine qetilkirin, lê heta niha nasnameyên 8 ji wan diyar bûne.

Li gor heman zanyariyan, li taxa Cafirawa ya bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê 2 xwepêşanderên Kurd ku birayên hev in ên bi navên Resul Kedîweryan û Reza Kedîweryan li gel ciwanekî 17 salî yê bi navê Reza Qenberî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin.

Her wiha di xwepêşandanên li navçeya Melekşah ya ser bi parêzgeha Îlamê de jî herî kêm 5 xwepêşanderên Kurd ên bi navên Mehdî Îmamî Pur, Reza Ezîmzade, Farz Axamihemedî, Mihemed Muqedesî, Letîf Kerîmî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.

Hate diyarkirin ku di xwepêşandanên li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê de 10 xwepêşander, li xwepêşandanên li bajarê Îlamê 38 kes û di xwepêşandanên li Kirmaşanê de jî 18 kes hatine destgîrkirin.

Li gorî hin dîmenên hatine parvekirin hêzên rejîmê bi ser Nexweşxaneya Xumeynî ya bajarê Îlamê de girtiye û hewl daye birîndarên di nexweşxaneyê de birevînin.