Artêşa Îsraîlê 2 endamên Hizbullahê kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 2 endamên Hizbullahê li Cemîcme ya li başûrê Lubnanê kuştine.

Artêşa Îsraîlê 2 endamên Hizbullahê kuştin
5 ÇILE, 2026   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wan 2 endamên Hizbullahê li herêma Cemîcme ya başûrê Lubnanê kuştine û diyar kir ku her du endam di avakirina baregeheke leşkerî de dixebitîn.

Berdevkê artêşê Avichai Adraee bi rêya X’ê got: “Artêşê duh li Cemîcme êriş pêk anî û 2 terorîstên Hizbullahê yên ku hewl dida baregehên leşkerî ji nû ve ava bikin, tune kirin."

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê duh ragihandibû ku di encama êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li ser rêya Sefed El Betîx-Cemîcmeyê de 2 welatî hatin kuştin.

(b)