120 çalakvanan banga berdana xwepêşanderan kir

120  çalakvanên sivîl, siyasî û mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo xwepêşandanan nîşan dan û banga berdana binçavkiriyan û pêkanîna daxwazên gelê Îranê kirin.

120 çalakvanan banga berdana xwepêşanderan kir
5 ÇILE, 2026   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel li dijî qeyrana aborî, siyasî û civakî daketine kolanan û daxwaza mafên xwe dikin. Her diçe piştevanî û piştgiriya ji bo xwepêşanderan li welat û dervey welat berfireh dibe. Di heman çarçoveyê de piştgiriyek ji çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê jî hat.

120  çalakvanên sivîl, siyasî û mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê têkildarî kuştin û binçavkirina xwepêşanderan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bersivdayîna xwepêşandanên sivîl bi çekê, berovajî peymanên mafên sivîl û siyasîne ku hikûmeta Îranê bi xwe pejirandine.

Çalakvanan daxwaza berdana hemû kesên ku vê dawiyê hatine binçavkirin û bicîhanîna daxwazên wan ên rewa dikin, her wiha daxwaza ji nû ve piştrastkirina mafên xwepêşandanê û guhdana daxwazên gel dikin.

Di heman daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin hate xwestin.

Navên hinek ji çalakvanên ku îmzaya xwe li binê daxuyaniyê avêtiye wihane: Hesen emînî, Celîl Aheng Nejad, Saro Baqirî, Fuad Ehmedî, Nuşîn Sadeqî, Mehnaz Erdelanî, Sebrî Hemîdî, Nesrîn Fezîlî, Kejal Rezayî, Mestûre Emcedî, Neşmîl Xatirî, Rozbe Ekradî, Ehmed Wezîrî, Ehmed Qumrî, Behram Şerîetî û gelek çalakvanên din