Di bombebarana Îsraîlê a li Lubnanê de 2 kes hatin kuştin

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên fermî di bombebarana Îsraîlê ya li dijî başûrê Lubnanê de 2 kes hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne.

Di bombebarana Îsraîlê a li Lubnanê de 2 kes hatin kuştin
29 sibat, 2024   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir ku di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê bi bîr xist ku Îsraîlê 3 caran bajarokê Sidêqîn û Kefra bombebaran kirine û di encamê de 2 kes li bajarokê Kefra hatine kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûne.

Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, rojane Hizbullaha Lubnanê û artêşa Îsraîlê navendên hev bombebaran dikin.

(şx)