Di bîranîna şehîd Ferhad Şiblî de: Nûnerê azadiyê bû
Beşdarên merasîma bîranîna şehîd Ferhad Şiblî diyar kir ku şehîd nûnerê azadiyê bû û jiyana xwe kir oxira pêkanîna demokrasî û edaletê.
Îro, (17ˊê Hezîranê) salvegera duyemîn a şehadeta têkoşer û fermandar Ferhad Şiblî ye. Şehîd Ferhad Şiblî di 2022ˊyan de bi balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li herêma Kelar a Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ku ji bo tedawiyê li wir bû, hate şehîdxistin.
Xelkê Dêrik û malbata şehîd Fehad berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrik û kulîlk danîn ser gora wî.
Li ser navê malbata şehîd Ferhad Şiblî, xalê wî Yûsif Yûsif axivî û got: "Ew nûnerê azadiyê bû û di oxira pêkanîna demokrasiyê ji tevahî gelan re tê koşiya û jiyana xwe kir oxira pêkanîna edalet û wekheviyê."
(fr)
ANHA