Rêveberiya Xweser: Şehîd Ferhad di projeya demokratîk de şopên dîrokî danîn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta şehîd Ferhad Şiblî de daxuyaniyek da û soza şopandina rêça şehîdan da.

Rêveberiya Xweser: Şehîd Ferhad di projeya demokratîk de şopên dîrokî danîn
17 hezîran 2024   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta şehîd Ferhîd Şiblî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got şehîd Ferhad di projeya gel a demokratîk de şopên dîrokî danîn û bawer kir ku neteweya demokratîk û yekitiya têkoşînê rêbaza yekane ya pêkanîna serkeftin, gihandina rûmetê û biryara azad e.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Der barê pêşkeçûna têkoşîna demokratîk û hewldana ber bi pêkanîna mafên gelê xwe û avakirinê de şehîd Ferhad Dêrik bi hemû enerjî û derfetên xwe bêyî dudilî xebat kir û di pêkanîna tecrûbeya Rêveberiya Xweser a avakirina yekitî, hevgirtinê de pêşengtî kir.

Di salvegera duyemîn a şehadeta hevrê Ferhad Dêrik de em di hizûra wî de tevahî şehîdên têkoşîn, azadî û şehîdên parastina mîrasa yekitiya gelan bi bîr tînin. Hevrêyê me di projeya gelê me yê demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şopên dîrokî danîn. Bi neteweya demokratîk, yekitiya têkoşînê bawer kir ku rêbaza yekane ya ber bi pêkanîna serkeftin,avakirina rûmet û biryara azad e.

Di vê salvegera bîranînê de em soza xwe dikin ku li ser şopa şehîd Ferhad û tevahî şehîdan bin. Em ê asta têkoşînê bilind bikin ku dijmin negihînin pêkanîna armancên xwe. Di her carê hevrê û têkoşerên me hedef digirin de em ê bi yekitî û projeya neteweya demokratîk îsrara xwe ya têkoşînê bilind bikin. Em ê tevahî projeyên tesfiyekirin û qirkirinê têk bibin, herêmên dagirkirî rizgar bikin û xelkê xwe lê vegerînin."

(fr)