Hewldana ketina çeteyan li gundê Buwêhic hat têkbirin

Şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad hewleda ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Buwêhic ê rojavayê kantona Minbicê têk bir.

Hewldana ketina çeteyan li gundê Buwêhic hat têkbirin
17 hezîran 2024   21:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker saet 4:30ˊan vê êvarê hewl da ji gundê Kirêdiyê bikevin gundê Buwêhic ê li rojavayê kantona Minbicê.

Li gorî navendê, şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad tevgera çeteyan şopand û nêzî saetekê bi çekên navîn û giran şer derket û hewldan hat têkbirin. Her wiha piştî gelek çete birîndar bûn, çete revîn.

(fr)