Hûrgiliyên li ser 7 biryarên Rêveberiya Xweser ên pêkanîna Hevpeymana Civakî

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahî û hûrgiliyên li ser mekanîzmeya pêkanîna 7 biryarên xwe ku di rûniştina dawî de dabûn aşkera kirin.

Hûrgiliyên li ser 7 biryarên Rêveberiya Xweser ên pêkanîna Hevpeymana Civakî
Hûrgiliyên li ser 7 biryarên Rêveberiya Xweser ên pêkanîna Hevpeymana Civakî
Hûrgiliyên li ser 7 biryarên Rêveberiya Xweser ên pêkanîna Hevpeymana Civakî
9 ÇILE, 2024   17:33
NAVEDNA NÛÇEYAN

Di 7ˊê Çileyê de Meclisa Gelan a Demokratîk di rûniştina xwe ya li Reqayê de 7 biryar dabûn.

Navenda Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hûrgilî û agahiyên zêde der barê mekanîzmeya pêkanîna biryarên di rûniştina berê de hatibûn dayîn belav kirin.

Meclisê para her kantonekê ya di Komseriya Bilind a Hilbijartinan de ku divê piştre were avakirin diyar kir. Komserî wiha pêk tê:

5 endam ji kantona Cizîrê.

3 endam ji kantona Dêrazorê.

3 endam ji kantona Reqayê.

2 endam ji kantona Tebqayê.

3 endam ji kantona Minbicê.

2 endam ji kantona Firatê.

2 endam ji kantona Efrîn û Şehbayê.

Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navên sêyeka endamên Komseriya Bilind a Hilbijartinan pêşniyar dike, Meclisa Gelan a Demokratîk tevî Meclisên kantonê 2 sêyekên din pêşniyar dikin; divê pirreniya pêkhate û beşan jî di ber çavan re were girtin.

Li gorî agahiyên dawîn ku navenda ragihandinê belav kirine, komîteyek hate avakirin û erka wê projeyên 3 qanûnan amade bikin û ew jî; qanûna xebata Komseriya Bilind a Hilbijartinan, Qanûna Hilbijartinan û Qanûna Parvekirinên Rêveberî.

Ev komîte ji endamên komîteya qanûnî ya Meclsa Gelan a Demokratîk, pisporên ji Komîteya Bilind a Hilbijartinan ku di 2017ˊan de hatibû damezrandin, endamên Desteya Hiqûq û Edlê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Dîwana Komîteya Hevpeymana Civakî, pêk tê.

Der barê avakirina Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî de biryar hate dayîn ku ji komek dadger, kesên bi qanûnên dizanin were avakirin. Medclisa Gelan a Demokratîk û Meclisa Edaleta Civakî bi berçavgirtina pirrengiya etnîk, olî, nûnertiya kantonan û jinan wan pêşniyar dike. Çaverê ye endamên wê ne kêmî 8ˊan ne jî zêdeyî 10ˊan be.

Der barê komîteya amedekirina projeya Qanûna Parastina Hevpeymana Civakî de dê ji komîteya Desteya Hiqûq û Edlê, Meclisa Edaleta Civakî, Komîteya Qanûnî ya Meclisa Gelan a Demokratîk û Dîwana Komîteya Hevpeymana Civakî were avakirin.

Dê Saziya Giştî ya Çavdêriya Darayî û Jimaryariyê ji 14 endaman pêk were û endamên wê di navbera Meclisa Edaleta Civakî, Medclisa Gelan a Demokratîk bi beşdariya meclisên kantonan de tevî nûnertiya jin û pêkhateyên herêmê werin pêşniyarkirin.

Komîteya amadekirina Projeya Qanûna diyarkirina erkdariya meclisên kantonan ji Desteya Hiqûq û Edlê, Medclisa Edaleta Civakî û Dîwana Komîteya Hevpeymana Civakî ava dibe.

Piştî Komseriya Bilind a Hilbijartinan hate avakirin û qanûna hilbijartinan hate derxistin tedbîrên hilbijartinên şaredariyan tên girtin.

Der barê xebata şaredariyan de dê komîteya ji endamên Komîteya Qanûnî ya Meclisa Gelan a Demokratîk û Desteya Hiqûq û Edlê pêk tê projeya qanûnê ya ku xebata şaredariyan bi rêxistin dike, amade bike.

(fr)

ANHA