Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî polîtîkayên dewleta Tirk banga berxwedanê kir

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang li şêniyên Helebê kir ku li hemberî plan û polîtîkayên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Bang li hêzên navneteweyî jî kir erkên xwe bi cih bîne û sûcên li dijî sivîlan rawestînin.

Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî polîtîkayên dewleta Tirk banga berxwedanê kir
16 sibat, 2025   13:56
HELEB

16’ê Sibata 2016’an de çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişên giran li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk anîn. Di encama van êrişan de bi sedan sivîl bûne qurbanî.

Bi boneya salvegera êrişan, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Xala Şehîd Bakur a kolana Muxaberan bi amadebûna şêniyên her du taxan, saziyên sivîl û partiyên siyasî hat dayîn.

Cîgira hevserokên Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan bi zimanê erebî û hevserokê Mala Êzidyan a Helebê Menan Cafer bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nimûneyên jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de ye û hate gotin: "Rejîma berê ya Sûriyeyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku xwestin gel qir bikin her du taxa dorpêç kirin, bi dijwarî êrişî kirin û çekên kîmyewî yên di asta navneteweyî qedexe ne, bi kar anîn."

Di daxuyaniyê de şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn. Hat aşkerakirin  kku her du tax li hemberî êrişên rejîma Baasê yên salên 2012, 2013 û heya êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker (2016) sekinîn û berxwedanê her du tax veguherand keleheke asê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di rojên dawîn de behsa planeke nû ya îstîxbarata Tirkiye ya êrişan li dijî taxê hatin kirin û ev bang hat kirin "Em bang li gelê Sûriyeyê, hêzên siyasî yên nîştimanî dikin ku êriş û binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin û hikumeta Şamê wekî berpirsê van kiryarên terorî bibînin. Her wiha em bang li şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û tevahî gelê Helebê dikin ku li hemberî siyasetên dijminane û planên xirabkirina ewlehiya herêmê li ber xwe bibin. Di heman demê de em bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka naveteweyî dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker erkên xwe bi cih bînin û sûcên li dijî sivîlan rawestînin."

(bb)

ANHA