Dewleta Tirk radestkirina dronan ji Misirê re erê kir

Dewleta Tirk di çarçoveya temamkirina hewldanên lihevhatinê yên di navbera her du dewletan de, qebûl kir ku dronan radestî Misirê bike.

Dewleta Tirk radestkirina dronan ji Misirê re erê kir
5 sibat, 2024   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan duh di kanaleke televîzyonê de got: "Normalîzekirina bi Misirê re bi awayekî mezin temam bû. Têkiliyên di navbera her du welatan de, ji bo ewlehiyê û bazirganiya li herêmê gelekî girîng in. Me li hev kir ku dronan bidin wan."

Fîdan destnîşan kir ku ji bo ewlehiyê li Deryaya Sor, divê têkiliyên cidî bi Misirê re hebin.

Her wiha çaverê ye ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan 14`ê Sibatê serdana Misirê bike.

Gelek aliyên misirî, bi guman in ku dewleta Tirk sozên xwe bîne cih, bi taybet rawestandina piştgiriya Îxwan Muslimîn û çeteyên girêdayî wê. Di heman demê de bang li dewleta Misirê kirin ku bi îdiayên Erdogan nexapin.

(şx)