Dewleta Tirk gundekî Silêmaniyê bombebaran kir

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundekî Silêmaniyê bombebaran kir.

Dewleta Tirk gundekî Silêmaniyê bombebaran kir
1 ÇILE, 2024   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundê Çinartu yê bajarokê Axcelerê yê girêdayî navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê carek din bombebaran kir.

Der barê ziyanan de agahî nehatin parvekirin.

27 û 28’ê Kanûna 2023’yan jî balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker heman gund bombebaran kiribû.