69 roj e Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

69 roj e aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, nayê zanîn.

69 roj e Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin
1 ÇILE, 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di Deriyê Sêmalka re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 69 roj e agahî jê nîn e.

Ruxmî bangewazî û bertekên saziyên ragihandinê jî, lê PDK’ê der barê rojnamvan Silêman Ehmed de tu agahiyan nade.

Parêzerê Silêman Ehmed diyar kir ku Asayîşêa Dihokê rê nade muwekîlê xwe bibîne û destnîşan kir ku dosyaya Silêman Ehemd li cem îstîxbarata PDK’ê ye.

Rêveberiya Ajansa Rojnewsê ku agahî dabû ajansa me diyar kir ku wê ji bo Silêman Ehmed serî li Neteweyên Yekbûyî daye. Her wiha destnîşan kir ku dosyayeke giştî li ser pêkanînên PDK’ê yên li dijî rojnamevanan amade dike.

212 rojnamvan, kesayetên siyasî, saziyên ragihandinê, rêxistinên hiqûqî yên li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş xwest Silêman Ehmed demildest bê berdan.

Bi dehan saziyên ragihandinê yên herêmî, xwecih û navneteweyî jî ji PDK’ê xwest ku Silêman Ehmed bê berdan.

Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a Navneteweyî (RSF) pêkanînên PDK’ê rexne kirin û xwest Silêman Ehmed bê berdan.

(bb)