Di 3 mehan de nêzî 18 hezar êrişên artêşa Tirk

Tevî birayra PKK’ê ya xwe fesixkirinê, artêşa Tirk a dagirker di navbera 1’ê Adarê-28’ê Gulanê de nêzî 18 hezar êriş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne.

Di 3 mehan de nêzî 18 hezar êrişên artêşa Tirk
3 hezîran, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga dîrokî ya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata îsal de kiribû, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û biryara xwefesixkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Di 1’ê Adarê de Biryargeha Navenda Hêzên Parastina Gel (NPG) agirbest îlan kir. Tevî van biryara PKK’ê ya xwe fesixkirin û agirbestê, lê artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî û bejahî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

Artêşa Tirk a dagirker ji 1’ê Adarê heya 28’ê Gulanê 17 hezar û 998 êriş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne.

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi vî rengî ye:

Di navbera 1-3’ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û obîsan hezar û 72 êriş pêk anîn.

Di navbera 4-6’ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û obîsan 811 carî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Di 11 û 12’ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker 715 êriş (14 bi balafirên şer, 6 bi helîkopterên êrişê, 692 çekên giran û obîsan) pêk anîn.

Di navbera 15-17’ê Adarê de 521 caran bi balafirên û çekên giran êrişî qadên gerîla kirin.

Di navbera 20-23’yê Adarê de ji hewa û bejahî ve hezar û 736 êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin.

Di navbera 23-25’ê Adarê de 937 êrişên hewayî, bejahî û bi teqemeniya qedexekirî êrişî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin.

Di 26 û 27’ê Adarê de 518 êrişên hewayî, bejahî û bi teqemeniya qedexekirî êriş pêk anî.

Di navbera 27-29’ê Adarê de artêşa dagirker hezar û 88 êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn.

Di navbera 3-6’ê Nîsanê de Herêmên Parastinê yên Medyayê 693 caran bi balafirên şer û obîsan hatin bombebarankirin û topbarankirin.

Di navbera 6 -9’ê Nîsanê de 818 êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin.

Di navbera 9 - 12’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker ji hewa û bejahî ve hezar û 26 êriş li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn.

Di navbera 13 û 15’ê Nîsanê de Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên giran û obîsan hezar û 513 hat topbarankirin.

Di navbera 15-18’ê Nîsanê de Herêmên Parastinê yên Medyayê 627 caran bi obîsên giran û obîsan hat topbarankirin.

Di 18 û 19’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagikrer 358 êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn.

Di navbera 20-22’ê Nîsanê de 866 êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê  hatin kirin.

Di navbera 21-24’ê Nîsanê de 691 êriş bi çekên giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin.

Di navbera 24-26’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker bi obîs û çekên giran hezar û 164 êriş li ser herêmê pêk anîn.

Di navbera 26-28’ê Nîsanê de 746 êriş hatin kirin.

Di navbera 29’ê Nîsanê-1’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker hezar û 84 caran êriş li dijî herêmê pêk anîn.

Di navbera 5-7’ê Gulanê de 774 êriş bi çêkên cuda li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin.

Di 17’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êriş bire ser herêma Şêladizê ya Metînayê.

Di 18’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 35 carî êrişî sînorê parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê pêk anîn.

Di navbera 20-28’ê Gulanê de bi çekên qedexekirî 34 êriş hatin kirin.

(bb)