Dewleta Tirk derdora gundê Berkevirê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê bombebaran kir.

Dewleta Tirk derdora gundê Berkevirê bombebaran kir
14 ÇILE, 2024   14:47
HESEKÊ

Nûçegihanên me li herêmê ragaihandin ku dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Berkevirê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê bombebaran kir. 

Lê belê agahiyên der barê bomebaranê de nehatin bidestxistin.

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker li mala welatiyekî li gundê Girbetalî yê Dirbêsiyê de mal bi temamî wêran bû, 2 zarok û hevjîna xwediyê malê birîndar bû.

(şx)