Dewleta Tirk axurek li Kobanê bomebaran kir

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker axureke sewalan li başûrê bajarê Kobanê yê kantona Firatê bombebaran kir.

Dewleta Tirk axurek li Kobanê bomebaran kir
14 ÇILE, 2024   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Axureke sewalan li gundê Şêx Çoban ê başûrê bajarê Kobanê ji aliyê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebarankirin. 

Beriya wê jî, balafirên dewleta Tirk stasyona kehrebeyê ya li bajarê Kobanê bombebaran kirin.

Her wiha balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker deverên cuda yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dikin. Di bombebaran de binesaziya herêmê bi taybet li kantona Cizîr û Firatê tên hedefgirtin.

(şx)