Li beravên Fransayê keştiyek noq bû: 3 Sûriyeyî noq bûn û aqûbeta yekî jî nayê zanîn

Li beravên Fransayê keştiyeke Sûriyeyî li ser bûn noq bû, di encamê de 3 sûriyeyî noq bûn û aqûbyeta yekî din jî nayê zanîn.

Li beravên Fransayê keştiyek noq bû: 3 Sûriyeyî noq bûn û aqûbeta yekî jî nayê zanîn
14 ÇILE, 2024   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya şoreya deryayî ya Fransayê diyar kir ku şeva din li nêzî berava bajarokê Vimereux ê herêma Pas-de-Calais, dema keştiyeke biçûk hewl da xwe bigihîne keştiya li Deryayê de noq bû, di encamê de 4 penaberan jiyana xwe ji dest da û hin jî bi giranî birîndar bûn.

Rêveberiya şoreya deryayî ji ajanseke Fransî re anî ziman ku 4 penaberan jiyana xwe ji dest da û yek jî rakirin nexweşxaneya Boulogne-sur-Mer û ev bûyer saet di 2ˊyan sibehê de çêbû.

Têkildarî heman mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku dema keştiyekê hewl dida xwe bigihîne Brîtanyayê noq bû û 3 sûriyeyiyên li ser keştiyê li nêzî beravên Fransyê jiyana xwe ji dest da û aqûbeta yekî din jî nayê zanîn.

SOHRˊê aşkera kir ku penaberên jiyana xwe ji dest daye, ji Derayê; yek ji wan ji Newa û 2 bira jî ji Şêx Miskîn in.

(fr)