Dewleta Tirk Çiyayê Metîna bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Metîna yê li parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Dewleta Tirk Çiyayê Metîna bombebaran kir
27 îlon, 2024   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnews’ê beriya çend kêliyan dewleta Tirk a dagirker bi rêya balefirên şer Çiyayê Metîna yê li parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Di derbarê ziyanên canî û madî yên bombebaranê de agahi bidest neketin.