QSD`ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin

QSD`ê nasnameya 3 şervanan aşkera kir ku duh di bersivandina êrişên çeteyan li dijî rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûbûn.

QSD`ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin
30 cotmeh, 2023   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta Şamê duh ji rojavayê beravê çemê Firatê êriş rojhilatê Dêrazorê kir. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiva êriş da.

Hêzê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di bersivandinê de 19 çete hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne. Her wiha 3 şervan û 4 sivîl şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên her sê şervanên şehîd bûne, aşkera kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD`ê de wiha hate gotin: "Hêzên me bersiva êrişên duh ên çeteyên rejîma Sûriyeyê yên li dijî rojhilatê Dêrazorê da. Di encama bersivdayînê de, 3 şervanên me şehîd bûn. Hêzên me êriş û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê têk birin.

Hevalên me Demhat Qamişlo (Tamir Ehmed Îbrahîm), Baran Dêrik (Ciwan Remadan Murad) û Ezam Hesekê (Xalid Horan El Etiye) ji bo ku çeteyên rejîma Sûriyeyê derbasî herêmê nebin, canê xwe feda kirin, gelek ji wan kuştin û birîndar kirin.

Em sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re dixwazin. Baweriya me bi hêzên me xurt e ku dikarin tevahî komplo û planên li dijî herêmê têk bibin. Em ê hêvî û xeyalên hevalên xwe di azadiyê û serkeftinê de bînin cih. ′′

Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Demhat Qamişlo

Nav û paşnav: Tamir Îbrahîm

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Qamişlo 1998

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- gundê Herdûb, 29`ê Cotmeha 2023`yan

 

Nasnav: Baran Dêrik

Nav û paşnav: Ciwan Murad

Navê dayikê: Beyan

 Navê bav: Remadan

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrik 1999

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- gundê Herdûb - 29`ê Cotmeha 2023`yan

 

Nasnav: Ezam Hesekê

Nav û paşnav: Xalid El Etiye

Navê dayikê: Eliye

Navê bav: Horan

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor 1993

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- gundê Herdûb-29`ê Cotmeha 2023`yan