Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên şehîd Ezam Hesekê, Heyder Hesekê û Yilmaz Behra Reş û diyar kir ku ji bo pêvajoya heyî têkoşîneke mezintir divê.

Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan
Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan
Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan
Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan
Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan
Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan
Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan
Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan
1 mijdar, 2023   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da bin konê taziyeyê yê şehîdên QSD`ê Ezam Hesekê (Xalid Horan Etiye), Heyder Hesekê (Ebdulezîz Xelîfe) û endamê MLKP’ê şehîd Yilmaz Behra Reş (Osman Nuri Ocakli). Konê taziyê li Qada Şehîdan a taxa Miftî ya bajarê Hesekê hate vedan û wêneyên her sê şehîdan lê hatibûn daliqandin.

Şervanê QSD`ê Xalid Horan Etiye 29`ê Cotmehê dema bersiva êrişa çeteyan li rojhilatê Dêrazorê dida, şehîd bû. Ebdulezîz Xelîfe jî 29`ê Cotmehê li bajarê Hesekê ji ber krîza dil şehîd bûbû. Endamê MLKP`ê Yilmaz Behra Reş jî 12`ê Hezîranê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîze Hisên axivî. Ezîze sersaxî da malbatên şehîdan û soz da ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan rêya wan bişopînin.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Demhat Hesekê jî behsa fedakariyên şehîdan kir û got: “Şehîdên me fedakariyên mezin kirin û di dîrokê de nivîsandin, wan li hemberî dijminan şer kir û ji bo rizgarkirina axa xwe û pêkanîna projeya xwe ya demokratîk tê koşiyan. Em jî hêza xwe ji şehîdên xwe digirin.”

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îdrîs Oso jî wiha xîtabî şêniyên herêmê kir: “Erka dikeve ser milê me mezin e. Rondikên dayik û zarokên şehîdan giranbiha ne, ji lew re divê em berxwedana Ii hember dijmin mezintir bikin.”

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(c)

ANHA