Navenda Tenduristiyê ya Miştenûrê careke din hate vekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê navenda tenduristiyê ya Miştenûrê li şûna nexweşxaneya ku beriya çend hefteyan dewleta Tirk wêran kiribû, vekir.

Navenda Tenduristiyê ya Miştenûrê careke din hate vekirin
Navenda Tenduristiyê ya Miştenûrê careke din hate vekirin
14 ÇILE, 2024   15:05
KOBANÊ

Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê, piştî ku dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya Miştenûrê wêran kirin, navendeke tenduristiyê ya nû li taxa Kaniya Kurdan a bajarê Kobanê li qada nexweşxaneya Kobanê ye berê vekir. 

Balafirên dewleta Tirk a dagirker 25`ê Kanûna 2023`yan navenda tenduristiyê ya Miştenûrê bombebaran kiribû û di endamê de bi temamî wêran bûbû.

Navenda berê ya Miştenûrê, rojane ji zêdetirî 500 kesî re xebatên tenduristiyê pêşkêş dikirin. Di nav de beşa nexweşiyên hundirîn, zarok, derûnî, jin û yên din jî hebûn. Her wiha li navenda nû jî heman beş hatine vekirin.

(şx)

ANHA