114 roj e agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 114 roj e agahî nayê girtin.

114 roj e agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
15 sibat, 2024   10:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

114 roj e agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek îdia kir ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Ajansa Rojnewsê di 25’ê Çileyê de der barê revandina Silêman Ehmed de civînek çapemeniyê li Navenda Metro ya li bajarê Silêmaniyê li dar xistibû û diyar kiribû: “Ev kiryara PDK’ê nîşanek metirsîdar û tolhildana siyasî ye. Silêman Ehmed pênûsa xwe nefirot, ji ber wê di girtîgehê de ye. Em piştrast dikin ku Silêman Ehmed bê suce, ji ber kar û erkên xwe yên rojnamevanî û helwesta xwe ya wek rojnamevanek azad û serbixwe hatiye revandin û windakirin. Berpirsyartiya ewlehî û jiyana wî li stûyê PDK’ê û desthilatdarên herêmê ye."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 29’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK`ê kir ku demildest wî serbest berdin. Rêveberiyê her wiha bang li saziyên çapemeniyê û yên hiqûqî jî kir ku rola xwe bilîzin.