Dewleta Îranê ji ber lixwekirina cil û bergên kurdî gef li hunermendan xwarin

Hêzên dewleta Îranê gef li çend hunermendên Kurd xwarin ku di çalakiyên xwe yên hunerî de cil û bergên kurdî li xwe kiribûn.

Dewleta Îranê ji ber lixwekirina cil û bergên kurdî gef li hunermendan xwarin
18 mijdar, 2023   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF’ê, hunermendên Kurd ên ji Xorasanê Elî Kerîmî, Mehdî Erebzade, Berat Kermî û Husên Xademî ne, ji bo parastina çanda civaka xwedest bi xebatên çandî kiriye. Di vê çarçoveyê de hunermendên ku cil û bergên kurdî li xwe kirine, li parkan û qadên vekirî civîn li dar xistin.

Hêzên dewleta Îranê tehamulî vê çalakiya çandî nekir û gef li hunermendan xwar ku careke din çalakiyên wiha nekin û cil û bergên kurdî li xwe nekin.

Li bajarên Qoçan, Farûc, Şîrvan, Bojnord û Aşxane, Dergz, Esfraien, Kalat û Çinaran ên parêzgeha Xorasana ya li bakurê rojhilatê Îranê nêzî 2 milyon Kurd dijîn ku bi zaravayê kurmancî diaxivin. Kurdên Xorasanê her tim bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Îranê re rû bi rû ne.