Polîsên Elman êrişî Kurd û dostên wan kirin

Di van kêliyan li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên xwe li dijî qedexeya li ser PKK dixwazin çalakiyek girseyî pêk bînin, lê polîsên Elman çalakvan dorpêç kirîne, bi dehan otobus di rê de sekinandine, gelek kes bi hinceta cilên Kurdî lê ye, yan rengên kesk, sor, zer û wêneyên Rêber Ocalan binçav kirîne.

Polîsên Elman êrişî Kurd û dostên wan kirin
18 mijdar, 2023   14:16
NAVENDA NUÇEYAN

Li paytexta Elmanya Berlînê, di van kêliyan de Kurd û dostên xwe kom bûne û dixwazin çalakiyekî girseyî pêk bînin. Armanca çalakiyê meş û di dawiya wêde pêkanîna mitingek bi diruşma ‘Qedexeya PKK’ê rakin, demokrasiyê bihêz bikin.’

Li gora agahiyên hatine standin, polîsên Elman bi hemu hêza xwe hewil didin pêşî li çalakiyê bigrin û gelek kes binçav kirîne. Li gora hinek çavkaniyan provokasyonek bi zanebun di bin vê astengiya tê derxistin de heye û her ku diçe guman zêdetir dibe ku dewleta Elman dûh sozek dabe Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ku çi bibe bila bibe nehêle ev çalakî bê pêk anîn.

Polîs êrîş dike û hewil dide girseyê belav bike

Çalakiya li Berlînê ku dihat payîn ku saet 11:00’an de destpê bike tê armanc kirin bê asteng kirin. Lê belê ruxmê êrîş, girtin û binçav kirinan jî çalakvan bi biryarin meş û mitinga hatî plan kirin pêk bînin. Girseya Kurd û dostên xwe bi biryarin çalakiyê pêk bînin. Hate hînbun ku polîsên Elman ji şefeqê ve terorek dide meşandin, gelek koçe girtine, heya niha bi dehan otobusên çalakwan dane sekinandin, gelek çalakvan jî bi hincetên pêkenokî binçav kirîne. Hate hînbun ku hinek kesên cilên Kurdî li xwe kirine jî hatine sekinandin û nehiştine derbasî cihê çalakiyê bibin. Cardin jinek ciwan ji ber ku wêneyê Rêber Ocalan li ser Tişorta wê buye girtine bin çavan. Bi hinceta alên li qadê rengên kesk, sor, zer e rastî êrîşê polîsan hatine û ji wan alan jî desteser kirine.

Çalakvan li benda girseya tê asteng kirine

Çalakvanên ku li cihê çalakiyê kom bune ruxmê hemu zextan bi biryarin çalakiyê pêk bînin û li benda hatina girseya mezin ya ji milê polîsan ve hatiye asteng kirin e. Çawa girse bigihêje cihê destpêka meşê tê payîn ku meş heya 2-3 kilometre şunde vegere mîtîngê.

Pir balkêşe ku ewqasî çalakî bo piştgiriya Filistîn jî li welêt pêkhatin lê di vê astê de polîs neşandibun cihê çalakiyê û bi vê astê de terorîze nekirîbun. Cardin hevditîna bi Erdogan re pêkhatî tê bîra mirov ku dirûtiyek têde veşartî ye. Sar û xwedî bertekbuna rêveberiya Elmanya li hemberî Erdogan û siyaseta wî dema mijar dibe mafê Kurd û Kurdistaniyan cardin eşkere bu ku heman armanc û êrîşan re ne. Îhtîmala ku Elmanya bo daxwaza Erdogan ya qedexe û asteng kirina vê meşê jî tîne bîra mirov.